ZEYDÎ: HERÊMA KURDISTANÊ BEŞEKE GIRING A IRAQÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vejîna Iraqê bi rêya xebata kompanyayên Amerîkayî, geşbîniya xwe nîşan da, di heman demê de Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pabendbûna xwe ya ji bo wekheviya dabeşiyê bi hemû beşên Iraqê re, bi taybetî Herêma Kurdistanê re dubare kir û got "Herêma Kurdistanê beşeke giring a Iraqê ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew bawer dike ku ew ê bi Bexdayê re baş bixebite. Serokê Amerîkayê got ku her çend wan di çend salên bihurî de bi hev re baş nexebitîne jî, lê niha ew dikarin çêtir bikin ji ber ku petrol û dahata Iraqê gelek e. Trump tekez kir ku kompanyayên Amerîkayî dê vê bikin û Iraq dê vejîne.

Piştî gotinên Trump, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî got ku ew ê bi hemû beşên Iraqê re wekhevî tev bigerin û dê di navbera tu beşeke welêt de cudahî neke. Zeydî got ku ew Iraqê wekî yek laş dibîne û mirov nikare ti beşek ji laşê xwe bibire.

Serokwezîrê Iraqê got ku Herêma Kurdistanê beşeke giring a Iraqê ye û di navbera herêmê û beşên din ên welêt de ti cûdahî tine ye.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ