ŞAREDARÊ ÇANKAYAYÊ HAT GIRTIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Çankayayê de, tevî Şaredar Huseyîn Can Guner 24 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya li ser Şaredariya Çankaya de, tevî Şaredar Huseyîn Can Guner 24 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi tohmetên "avakirina rêxistina sûc", "endambûna di rêxistina sûc de", "bertîlê wergirtin", "bertîlê pêşkêşkirin" li Şaredariya Çankayayê ya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Giştî berê di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 36 kesan biryara binçavkirinê dabû. Di qonaxa destpêkê ya operasyonê de 29 kes hatibûn binçavkirin, Şaredar Huseyîn Can Guner jî hatibû binçavkirin. Bi vî awayî hejmara giştî ya kesên hatine binçavkirin gihîşt 30 kesan.

30 kesên ku di 10ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadweriyê hatin kirin.

Dadgehê biryara girtina Guner û 23 kesên din da, her wiha şeş kes bi şertê kontrola dadwerî hatin berdan.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ