KOÇYÎGÎT: DIVÊ DEWLET BI KOMKUJIYA DÊRSIMÊ RE RÛBIRÛ BIBE
Parlamentera DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê got, "Komkujiya Dêrsimê komkujiyeke mezin e û hewla tinekirinê ye."
Dîroknasê Kurd Sedat Uluguna wêneyên nû yên darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bi raya giştî re parvekiribû.
Parlamentera DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê di axaftina xwe ya parlamentoyê de bal kişand li ser van wêneyan û bang li dewletê kir ku bi komkujiya Dêrsimê re rûbirû bibe.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşstan Kiliç Koçyîgîtê got, “Komkujiya Dêrsimê komkujiyeke mezin e û hewla tinekirinê ye.”
Koçyîgîtê bal kişand li ser diyarnebûna cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî û bang li parlamentoyê kir û got, “Divê bi komkujiya Dêrsimê re rûbirû bibin, arşîvên komkujiyê divê bên parvekirin û cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî bên diyarkirin û radestê malbatên wan bên kirin.”
Sala 2011an Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ji bo komkujiyê li ser navê dewletê daxwaza lêborînê kiribû. Koçyîgîtê ev axaftina Erdogan bibîr xist û got, “Em li bendê ne ku ew daxwaza lêborînê bikeve pratîkê.”
Koçyîgîtê got, “Dêrsim û gelê wê li benda dadperwertiyê ye. Her gaveke ku di vê mijarê de were avêtin dê aştiya civakî xurt bike.”
2 DEMJIMÊR BERÊ