AGIR BI DARISTANÊN BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ KETIYE

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye. Agirê daristanan li hin deverên Tirkiyeyê berdewam dikin

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye û heta niha jî li hin cihan didome.

Tîmên agirkujiyê hewl didin agirê li daristanên Xarpêt û Çewligê li Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyeyê vemirînin.

Li Çewligê 100 donim û li Xarpêtê 170 donim erd şewitî.

Agirê daristanan li Rîze, Balikesir, Antalya, Îzmîr û Karabûkê hatine kontrolkirin, lê agirên daristanan li Muglayê berdewam dikin.

Li gorî amarên fermî, par li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 3,224 şewat derketiye, ku zirar dane 40,320 hektar erd.

Di 37 salên borî de, hejmara herî zêde ya agiran di sala 2024an de çêbûye, 3,7. Piraniya şewata ku salane çêdibin ji ber xemsariya mirovan çêdibin.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ