SARICA: DIVÊ STATUYA OCALAN BÊ NASKIRIN
Parêzerê Abdullah Ocalan: Heta ku statuya wî û şert û mercên ku ew dikare rola xwe bilîze neyê misogerkirin, pêvajo bi awayekî bi tendirust pêş nakeve.
Parêzerê Abdullah Ocalan Rezan Sarica derbarê rewşa miwekîlê xwe û pêvajoyê ji MAyê re axivî.
Sarica da zanîn, herî dawî Şandeya Îmraliyê di 24ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtinek kiribû û got ev rewşa tecrîdê ye û wiha pê de çû: Em dibînin ku şert û mercên qanûnî an siyasî niha bi têra xwe dernakevin holê. Her wiha em dibînin ku ew nikare di bin van şert û mercan de rola xwe bidomîne. Ev bi siyaseta tecrîdê ve girêdayî ye.
Parêzer Rezan Sarica da diyarkirin ku ew wekî parêzer çend car serlêdan kirine lê heta niha ti bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn.
Sarica da zanîn li Îmraliyê tecrîd berdewam dike û got, “Divê bê gotin ku bi taybetî di warê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bingehek tine ku bikaribe pêşerojê ava bike an jî gavên ber bi demokrasiyê ve bavêje. Divê ev siyaseta tecrîdê bi tevahî bi dawî bibe da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Birêz Ocalan ve tê birêvebirin bigihîje armancên xwe.”
Parêzerê Ocalan gav neavêtina hikûmetê rexne kir û wiha pê de çû: Ez bawer dikim ku partiya desthilatdar dizane ku encam tenê bi gavên ku ji hêla hêza siyasî ve têne destnîşankirin û pêşniyar kirin nayên bidestxistin.
Sarica da zanîn ku hikûmet hewl dide pêvajoyê yekalî bimeşîne û belavê demê bike.
Derbarê yasayên ji bo pêvajoyê Sarica wiha anî zimên: Divê qanûn demek dirêj berê di rojeva raya giştî de bûya. Divê raya giştî her aliyekî vê qanûnê nîqaş bikira û hundirîn bigirta, û her aliyekî ku hewceyî rexneyê bûya heta niha sererast bikira. Lê partiya desthilatdar xwedî xwestek û siyasetek e ku ji nişkê ve mijarek tîne rojeva raya giştî û bi wê re berdewam bike. Em îro jî heman rêbazê dibînin. Rastkirin, baştirkirin û dagirtina hurgiliyên pêşnûmeyek qanûnek ku di demek teng de ji nişkê ve derdikeve pêş, ne hêsan e. Ji ber vê divê ev nêzîkatî di zûtirîn dem de were guhertin.
Rezan Sarica bal kişand li ser rola Ocalan a di pêvajoyê de wiha berdewam kir: Birêz Ocalan di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk de di gelek aliyan de dikare rola xwe bilîze. Ew dikare di bidawîkirina pirsgirêka tundiyê de, misogerkirina ku rêyên têkoşîna siyasî û çareseriya qanûnî vekirî bimînin, xurtkirina aştiya Kurd-Tirk û heta bidawîkirina dubendiya civakî de rolek bilîze. Heta ku ev statu neyê naskirin û şert û mercên ku ew bikaribin vê rolê bicîh bînin neyên avakirin, pêvajo nikare bi awayekî saxlem bimeşe.
1 DEMJIMÊR BERÊ