KARWANÊ DAWÎ YÊ KOÇBERÊN EFRÎNÊ BERÊ XWE DIDE WARÊ XWE

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Karwanê dawî yê koçberên Efrînê yên li Qamişlo û Hesekê sibe roja pêncşemê berê xwe dide Efrînê.

Kombenda Efrînê ya Civakî ji KANAL8ê re ragihand, sibe karwanê nehemîn ê koçberên Efrînê li Qamişlo û Hesekeyê berê xwe dide warê xwe.

Li gorî kombendê nayê zanîn hejmara malbatan çend e lê çi malbatên Efrînê yên li Hesekê û Qamişloyê dikarin tevlê bibin.

Berê Kombenda Efrînê Ya Civakî ji KANAL8’ê re destnîşan kiribû, derdora 500 malbatên Efrînê, li Hesekê, Qamişlo û Kobanê mane ku piraniya wan li Qamişloyê ne.

Berê bi hezaran ji malbatên koçberên Efrînê di 8 karwanan de vegeriyabûn warê xwe, lê heta niha bi sedan ji malbatan malên xwe ji erebên hawirde venegerandine. 

Li gorî agahiyên KANAL8’ê, nêzî 200 malbatên vegeriyane di gundê niştecihbûnê yê li navçeya Şerayê de hatien bicihkirin.

Heta hiha nêzî 1500 malbatên erebên hawirde yên ji Dêrazor, Şam û Humsê di Efrînê de ne.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ