KONGRES: EM DER BARÊ DÛRXISTINA HSD JI ŞERÊ LI DIJÎ TERORÊ BI GUMAN IN

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Kongresa Amerîkayê gumanên xwe ji ber dûrxistina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji şerê li dijî terorê li Sûriyeyê anî zimên.

Kongresa Amerîkayê, Yasaya "Tefwîda Parastina Niştîmanî" ya sala 2027an belav kir û tê de behsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî kir.

Kongresê destnîşan kir, gumanên der barê dûrxistina HSDyê ji şerê li dijî terorê li Sûriyeyê anî zimên û got, HSDyê hevalbendê sereke yê Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de bû.

Her wiha li gorî Kongresê gumanên wan hene ku Amerîka niha di şerê li dijî terorê de pişta xwe dide Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û ji Pentagonê xwest raporekê der barê Hikûmeta Veguhêz pêşkêşî wan bike.

Li gorî Kongresê divê Pentagon karên Hikûmeta Veguhêz ên têkoşîna li dijî komên terorîst û ji nav wan çekdarên biyanî bişopîne.

Kongresê di rapora yasayê de hin pîvanên danûstandina ewlehiyê bi Sûriyeyê re destnîşan kirin û ew jî, piştrastkirina şiyana hikûmetê ya şerê li dijî DAIŞê û komên terorîst, nirxandina hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê beriya ku Amerîka bi wan re bide û bistîne û berdewamiya piştgirîkirina hevalbendên Amerîkayê li Sûriyeyê û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ