HÎLALÎ: SIBE 1000 MALBATÊN EFRÎNÊ VEDIGERIN CIH Û WARÊN XWE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Ehmed Hîlalî daxuyanî da û got: "Sibe saet 7ê sibehê; 1000 malbatên Efrînê ji Qamişloyê bi rê dikevin."

Cihgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê Ehmed Hîlalî ji Birêveberiya Medyayê ya Hesekê re ragihand ku karwanekî nû ji xelkên Efrîn dê sibe, roja Pêncşemê, saet 7:00ê sibehê, di bin çavdêriya Tîma Serokatiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê de, dê ji bajarê Qamişloyê derkeve û berê xwe bide Efrînê.

Hîlalî pê de çû û got: "Karwan ji nêzîkî hezar malbatan pêk tê - ku niştecihên mayî û yên dawî yên Efrîn ne ên ku li Parêzgeha Hesekê mabûn - ku berê ji ber ezmûnên zarokên xwe, demsala çandiniyê û pabendbûnên din nikaribûn beşdarî karwanên berê bibin.

Her wiha got ku "Bidawîbûna ezmûnan û nêzîkbûna dawiya demsala çandiniyê derfeta vegerê daye van malbatan ku vegerin" û destnîşan kir ku ev gav li gorî bersiva daxwaza wan a vegera cih û warên wan ê Efrînê hatiye.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ