ŞANDEYA ÎMRALIYÊ BI EFKAN ALA RE CIVIYA
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala re hevdîtin kirin.
Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê û gavên nû çav li qanûnên ji bo pêvajoyê û parlamentoya Tirkiyeyê ne. Piştî xebata ku di komîteyên parlementoyê de hatiye kirin, tê payîn beriya ku parlamento bikeve bêhnvedanê qanûnek çarçoveyî ya derbarê pêvajoyê de were derxistin.
Di vê çarçoveyê de, endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala re civiya.
Hat ragihandin civîn derdora saet 21:00an de di nav çalakiyên bîranîna 15ê Tîrmehê de pêk hat, mijarên ku niha di rojevê de ne û derbarê pêvajoyê de ne, hatine nirxandin.
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Cîgirê Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler re civiyan.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî piştrast kir ku wan li ser mijarên di rojevê de gotûbêj kirine.
4 DEMJIMÊR BERÊ