KARWANÊ DAWÎ YÊ KOÇBERÊN EFRÎNÊ BER BI WARÊ XWE BI RÊ KET

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Karwanê dawî yê koçberên Efrînê yên li Qamişlo û Hesekê îro serê sibehê berê xwe da warê xwe.

Cîgirê Ewlekariya Giştî ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Endamê Tîma Serokatiyê ya peymana 29ê Çileyê Mistefa Ebdî bi karwanê re bû. 

Kombenda Efrînê ya Civakî ji KANAL8ê re ragihandibû, dê karwanê nehemîn ê koçberên Efrînê li Qamişlo û Hesekeyê vegerin.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê Ehmed Hîlalî ji Rêveberiya Medyayê ya Hesekê re ragihand ku karwane di bin çavdêriya Tîma Serokatiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê de berê xwe bide Efrînê.

Hîlalî da zanîn hejmara malbatên ku vedigerin ji 1000 kesan pêk tê.

Berê bi hezaran ji malbatên koçberên Efrînê di 8 karwanan de vegeriyabûn warê xwe, lê heta niha bi sedan ji malbatan malên xwe ji erebên hawirde venegerandine.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ