CUMHURIYET: QANÛN JI BO MEHA COTMEHÊ MA
Her çend dihat payîn ku qanûna pêvajoyê vê mehê were pejirandin jî, medyaya Tirkî dibêje ku qanûn dê bikeve sala nû ya qanûndanînê ango Cotmehê.
Di rojên dawî de, hin rayedarên AK Partiyê gotin ku bi talîmatên Serokomar Recep Tayyip Erdogan, pêşnûmeya AK Partiyê ya ji bo pêvajoya aştiyê û vegera endamên PKKyê dê berî bêhnvedana parlementoyê ya vê mehê pêşkêşî parlementoyê were kirin û bibe qanûn.
Rojnameya Cumhuriyetê dibêje ku pêşnûmeqanûn dê vê mehê neçe parlementoyê û parlemento dê bikeve bêhnvedana salane, ji ber vê yekê nîqaşkirin û pejirandina qanûnê dikeve sala nû ya qanûndanînê.
Rojnameyê got ku AK Partiyê ji DEM Partiyê re piştrast kiriye ku pêvajo êdî dereng nekeve û qanûn dê di Cotmehê de were pejirandin.
Di derbarê civîna di navbera şandeya Îmraliyê û AK Partiyê de roja Çarşemê şev de ti agahî nehatiye weşandin.
Çendîn zehmetiyên mezin hene ku li pêşiya derxistina qanûna pêvajoya aştiyê ne. Di nav wan de kategorîkirina endamên PKKyê ye û ev yek jî bûye nakokiya sereke ya pêvajoyê.
Di vê navberê de, DEM Partî û Ocalan daxwaz dikin ku statuya qanûnî ji Ocalan re were dayîn û wekî danûstandinkarê sereke were nas kirin.
PKK, ji aliyê xwe ve, red dike ku li ser bingeha tawanbar an bêtawan were muamele kirin û dibêje ku pêvajo bêyî azadiya fîzîkî û xebata Ocalan nikare bi ser bikeve.
1 DEMJIMÊR BERÊ