ŞANDEYA DEM PARTIYÊ BI BAHÇELÎ RE CIVIYA
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Şandeya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyan.
Civîna herdu aliyan di demjimêr 12:00an de li jûra Serokê MHPyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê dest pê kir.
Tê pêşbinîkirin, rojeva civînê pêvajoya çareseriyê û yasaya çarçoveyê ye.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh şev bi Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler re civiyan.
DEM Partî hewl dide beriya ku parlamento bikeve bêhnvedanê yasaya ji bo pêvajoyê were parlamentoyê.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ