“QANÛNA ÇARÇOVE” DI TÎRMEHÊ DE PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTOYÊ TÊ KIRIN
Di hevdîtina Şanda Îmraliyê û nûnerên AK Partiyê Efkan Ala û Abdullah Guler de, hate destnîşankirin ku “qanûna çarçove” dê di meha Tîrmehê de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
Tê payîn ku danûstandinên li ser pêşnûmeya “qanûna çarçove” di çarçoveya pêvajoya çareseriyê di dawiya vê hefteyê de bi dawî bibin.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler re civiyan.
Li gorî ajansa Mezopotamyayê li ser qonaxa niha ya pêvajoyê gotûbêj hatine kirin.
Ajansê ragihand, çavkaniyên DEM Partiyê diyar kirine raporên ku îdia dikin ku pêşnûmeya “qanûna çarçove” heta Cotmehê hatiye paşxistin ne rast in; wan piştrast kir ku pêşnûme dê di meha Tîrmehê de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
7 DEMJIMÊR BERÊ