MAMOSTEYÊN HESEKÊ DAXWAZA MÛÇEYÊN XWE DIKIN

Nûrhat Hesen 1 DEMJIMÊR BERÊ

Mamosteyên ku li Hesekê entegreyî Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz bûne mûçeyên xwe wernagirin.

Ji du mehan ve 35 hezar mamoste mûçeyên xwe wernegirtin û derdikevin xwepêşandanan û daxwaza mafê xwe dikin. Hikûmeta Veguhêz jî dibêje pirsgirêkên teknîkî hene ji ber nikare bide.

Ev mamosteyên Hesekê yên entegreyî Hikûmeta Veguhêz bûne ne. derketine xwepêşandanê û daxwaza dayîna mûçeyên xwe dikin.

Engresyona saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav Hikûmeta Veguhêz de dewam dike û niha kar li ser kerta xwedinê tê kirin.

Hejmara mamosteyan:

  • 35, 000 mamsote entegre bûne
  • Mûçeyê wan ji du mehan ve nehatiye dayîn

Li gorî agahiyên ku Kanal 8’ê bi dest xistine, 35 hezar mamosteyên Rêveberiya Xweser entegreyî Wezareta Perwerdeyê bûne û ji sê mehan ve mûçeyên xwe wernegirtine.

Pêştir Wezîrê Perwerdeya Sûriyeyê serdana Hesekê kiribû û piştî wê yekser bawernameyên Rêveberiya Xweser yên qonaxîn navîn û amadehî hatibû naskirin û mamoste jî entegreyî Wezareta Perwerdeyê hatibûn kirin.

Li gorî agahiyan mamosteyan di meha yekem a entegresyonê de mûçeyê xwe wergirtibûn.

Mûçe çiqase?:

  • Biryar e mûçe 2.3 milyon lîre be
  • Meha yekem milyonek û 1.17 milyon lîre girtibûn

KANAL8ê agahî bidest xistin ku biryar e piştî zêdebûna ku Ehmed Şer’i berê ragihandibû, mûçeyên her mamsoteyekî 2 milyon û 300 hezar lîreyên Sûriyeyê bin, tê zanîn ku meha yekem mamsosteyan milyonek û 170 hezar lîre wergirtibûn.

2 milyon û 300 hezar lîreyê Sûriyeyê dike derdora 190 dolarên Sûriyeyê, ev mûçe jî têra malbatekê nake. 

BerêNavenda Rakaz gotibû, malbateke çar kesî li Sûriyeyê mehane herî kêm hewcedarî 689 dolarane da ku jiyan bike û da ku jiyaneke birûmet peyda bike, pêwîstiya malbatê mehane bi 982 dolaran heye.

Pêştir Rêxistina Relief ya mirovî berê ragihandibû ragihandibû, ji meha şibatê û heta dawiya gulanê de buhayê made û xizmetên bingehîn li Sûriyeyê biqasî %10 di rêjeyeke navîn de bilind bûye ku gihiştiye zêdeyî milyonek û 170 hezaran.

Bi gotina wê rêxistinê, selika pêdiviyên xwarinê ya bingehîn li navend û başûrê Sûriyeyê bi qasî %7.8 zêde bûye û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê %5.4 bilindtir bûye.

Nûrhat Hesen

1 DEMJIMÊR BERÊ