WEZARETA HUNDIRÎN A SÛRIYEYÊ: ME BAREKÎ ÇEKAN LI SER SÎNORÊ IRAQÊ GIRT

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê diyar kir ku wan barekî çekan ê mezin li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ku ji bo Hizbullahê diçû girtine.

Wezarertê li ser telegramê got, wan barhilgirek di rewşeke ne normal de li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê dîtine û piştî barhilgir rawestandine, dîtine ku qaseke mezin ji çekan tê de ye.

Wezaretê destnîşan kir, piştî lêpirsînên wan diyar bûye, ew çek ji bo Hizbullaha Libnanê dihatin şandin û Hizbullahê bi mîlîsên terorîst binav kir, ev jî cara yekem e Sûriyeyê Hizbullahê bi terorîst binav dike.

Li gorî Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê, di nav çekan de mûşekên dûravêj, mûşekên dijî mertalan û dron hebûne.

Berê serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû, ew dibîne ku Sûriyeyê dê ji Îsraîlê baştir şerê Hizbullahê bike.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ