ŞANDEYA ÎMRALIYÊ: PIŞTÎ VAN HEVDÎTINÊN ME, EM Ê HERIN ÎMRALIYÊ

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi şandeya AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya yasayê nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demeke nêz de bi Abdullah Ocalan re bicivin.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faik Ozgur Erol pêk tê, tekildarî hevdîtinên bi AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

 “Şandeya me di 15ê Tîrmehê de bi heyeta AK Partiyê û di 16ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya. Em di hevdîtinê de li ser rewşa Pêvajoyê axivîn û gotûbêj kir. Me anî zimên ku divê yasaya çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew yasa ji bendewariyên civakê re bibe bersiv, danûstandin bên kirin. Danûstandinên me yên der barê vê, dê berdewam bikin.

Piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bicivin.”

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ