MEDYAYA ÎRANÊ: DI ÊRIŞÊN ŞEVA BIHURÎ DE 8 KES HATIN KUŞTIN Û 20 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku "Di êrişên dawî yên artêşa Amerîkayê de, herî kêm 38 kes hatine kuştin."Wezaretê amaje pê kir ku "tenê di 24 saetên bihurî de, heşt kes hatine kuştin."
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Huseyîn Kermanpûr got, "Ji destpêka êrişên leşkerî yên Amerîkayê ve li ser Îranê, herî kêm 38 kes, di nav de sê jin, hatine kuştin."
Kermanpûr got ku di êrişan de zêdetirî 400 kes, di nav de 22 jin û neh kesên di bin 18 salî de, birîndar bûne.
Li gorî ajansa nûçeyan a alîgirê hikûmetê IRNA, di êrişên şeva bihurî de tenê heşt kes hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.
Ajansê diyar kir ku êrişan parêzgehên Hurmizgan, Bûşehir, Sîstan û Belûçistan û Xuzistanê armanc girtine.
Pevçûnên leşkerî yên di navbera Tehran û Washingtonê de ji hefteyekê zêdetir e li ser birêveberiya Tengava Hurmuzê ye, ku li gorî lihevkirina û Peymana di 17ê Gulanê de bi fermî hate şanenavkirin, didomin. Birêveberiya tengavê û neqebûlkirina wê ji aliyê Amerîkayê ve careke din bû sedema şer.
2 DEMJIMÊR BERÊ