DEM PARTÎ Û AK PARTÎ LI SER STATUYA OCALAN LI HEV NAKIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Pêvajoya Aştiyê ber bi rojeva gavên yasayî ve berdewam dike; lê statuya Ocalan û kategorîzekirina endamên PKKyê bûye girêya kor.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo gavên yasayî beriya ku parlamentoya Tirkiyeyê bikeve bêhnvedanê werin derxistin, serlêdanên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Şandeya Îmraliyê di 15ê Tîrmehê de bi Cihgirê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler re civiya.

Şandeyê piştî hevdîtina xwe ya bi AK Partiyê re, bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiyane.

Li gorî agahiyên KANAL8ê DEM Partî û AK Partî li ser statuya Ocalan li hev nekirine.

Her wiha kategorîkirina endamên PKKyê wekî "bêtawan" û "tawanbar" jî xaleke din a nakokiyê ye.

Li gorî agahiyên KANAL8ê Şandeya Îmraliyê di hevdîtina xwe ya bi Bahçelî re bi taybetî statuya Ocalan aniye rojevê.

Bahçelî di hevdîtinê de diyar dike ku ji bo statuya Ocalan tiştê ku pêwîst bû bibêje gotiye.
DEM Partiyê di daxuyaniyên xwe de ji bo baş birêveçûna Pêvajoyê bal dikşîne li ser statuya Ocalan.

Hefteya rabirdû endamê Tevgera Azadiyê Hêlîn Umîtê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, mercê destpêkê yê pêşketina pêvajoyê azadiya fizîkî ya Ocalan e.

Nûçegîhana KANAL8ê ragihand ku di 23ê vê mehê de Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Ocalan.
Nûçegîhanê ragihand ku ev hevdîtin rojevên krîtîk dihewîne. Statuya Ocalan û kategorîzekirina endamên PKKyê rojeva germ a civîna şandeya Îmraliyê û Ocalan e.

Piştî vê civînê dê naveroka yasaya ji bo Pêvajoyê awayê xwe yê dawî werbigire.
Li gorî agahiyên KANAL8ê tê payîn yasaya ji bo Pêvajoyê vê mehê pêşkêşî parlamentoyê bê kirin

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ