SEROKATIYA HERÊMA KURISTANÊ, ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku armancgirtina Herêma Kurdistanê û jinûve destpêkirina tundûtûjiyê, pêşketineke metirsîdar e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê ye û gefê li aramiya welêt dixwe, her wiha hewlên aştiyê li herêmê asteng dike.

Daxuyaniyê tekez kir ku armancgirtina Herêma Kurdistanê û jinûve destpêkirina tundûtûjiyê pêşketineke metirsîdar e.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ