SÛRIYE Û IRAQÊ PEYMANA NÛJENKIRINA BORIYA KERKÛK-BANYASÊ ŞANENAV KIR

Kanal8 1 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku wê û Sûriyeyê peymaneke stratejîk şanenav kir da ku boriyek ji bo hinardekirina petrola xav a Iraqê bi rêya axa Sûriyeyê ber bi bendera Banyasê li ser Deryaya Spî ve were nûjenkirin û çêkirin.

Peyman di bin çavdêriya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydaî de hate şanenavkirin da ku dergehên hinardekirina enerjiyê yên Iraqê cûrbecûr bike û hevkariya aborî ya di navbera her du welatên cîran de vejîne.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê jî Endezyar Mihemed Elbeşîr der barê peymanê de daxuyanî da û tekez kir ku şanenavkirina peymanekê ji bo nûjenkirina boriya "Kerkûk-Banyasê" gaveke stratejîk ber bi ji nû ve çalakkirina yek ji xetên veguhastina petrolê yên herî giring ên herêmê nîşan dide.

Elbeşîr destnîşan kir ku ev proje dê rola Sûriyeyê wekî korîdoreke enerjiyê ya herêmî ya giring ku çavkaniyên herêmê bi Deryaya Spî ve girê dide xurt bike. Ev yek asoyên nû ji bo veberhênan û hevkariya navneteweyî vedike, di heman demê de rola Şamê di nav sîstema enerjiyê ya herêmî de ji nû ve saz dike.

Ji aliyê xwe Birêveberê Giştî yê Kompanyay Petrolê ya Sûriyeyê Yûsiv Qeblawî behsa peymanê kir û got: "Vejandina projeya boriyên Kerkûk-Baniyas ne tenê destpêşxeriyeke veguhastina petrolê ye; ew karekî stratejîk e ku nexşeya hevkariya enerjiyê ya di navbera Sûriye û Iraqê de ji nû ve xêz dike, bingehê ji bo hevkariyên navneteweyî yên ku dikarin piştgiriyê bidin pêşketinê û ewlehiya enerjiya herêmî xurt bikin, datîne."

Behsa qonaxa nû û hevkariya hevbeş a bi Iraqê re kir û got: "Her du peymanên me yên ku îro hatine şanenavkirin; destpêka qonaxeke nû ya çalakiya hevbeş û veberhênana demdirêj nîşan didin. Ew yekbûna herêmî, pêşketina binesaziyê û bikaranîna pisporiya gerdûnî ji bo avakirina sektoreke enerjiyê ya bikêrtir û domdartir vediguherînin."

Kanal8

1 DEMJIMÊR BERÊ