DEM PARTÎ: DIVÊ RAMANÊN BIRÊZ OCALAN LI SER YASAYA ÇARÇOVEYÊ BÊ GIRTIN
Nûçegîhana KANAL8ê Sîdar Basut li civîna girtî a DEM partiyê amade bû û behsa wê yekê kir ku DEM Partiyê der barê rewşa dawî ya Yasaya Çarçoveyê û Pêvajoya Aştiyê, civînek bi çapemeniyê re girtî li Enqereyê li dar xist. Ayşegul Dogan, Tayyip Temel û Saruhan Oluç beşdarî civînê bûn.
DEM Partiyê têkildarî rewşa dawî ya Yasaya Çarçoveyê û Pêvajoya Aştiyê agahî dan û amaje pê kir ku divê ramanên birêz Ocalan li ser Yasaya Çarçoveyê bê girtin.
DEM Partiyê di civînê de der barê hevdîtinên şandeya DEM Partiyê bi şandeya AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re pêkanîbûn agahî dan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civînê de axivî û got: "Astengkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re gumanan bi xwe re tîne. Ji bo wê divê ramanên birêz Ocalan li ser Yasaya Çarçoveyê bê girtin."
Dogan behsa hevdîtinên xwe bi AK Partî û Bahçelî re kir û got: "Hevdîtina me ya bi AK Partiyê û Serokê Giştî yê MHPyê re, erênî derbas bûn. Danûstandin bixwe tiştekî baş e, lê pêşnûmeyeke niviskî nehat biparvekirin."
Cihgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê jî Tayyip Temel axivî û wiha got: "Me gavên ku hatine avêtin, weke rapor pêşkeşî rêber Abdullah Ocalan kir. Divê yasayên ku li pêşiya demokratîkbûyînê bûne asteng, bên rakirin."
Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî da zanîn ku ji bo pirsgirêk dernekevin çi ji destê wan were ew ê bikin ku ev Pêvajo bi awayekî serkeftî here serî û got: "Em hevî dikin ku pêşnûmeya desthilatê bibin Girava Îmraliyê."
3 DEMJIMÊR BERÊ