FUAD HISÊN: FIŞAREKE MEZIN LI SER IRAQÊ HEYE KU TEV LI ŞER BIBE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Wezîrê Derve yê Iraqê li dijî hewldanên tevlîkirina Iraqê di pevçûnên leşkerî yên li herêmê de hişyarî da û pêşketinên dawî yên li ser mijara bêçekkirina komên çekdar axivî.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di hevpeyvîneke televîzyonî de got ku "Iraq li dijî dirêjkirin û berfirehkirina şer li herêmê ye", lê eşkere kir ku fişareke mezin li ser welatê wî heye ku ew bikeve nav pevçûnên çekdarî. Wezîrê Derve got ku "Li Iraqê nêzîkî 200 kesan jiyana xwe ji dest daye û zirareke mezin dîtiye, di heman demê de hinardekirina petrolê ji destpêka şer ve hatiye astengkirin."

Li ser mijara çekan, Wezîrê Derve destnîşan kir ku hikûmet hewlên xwe didomîne da ku çek tenê di destê dewletê de bimînin. Fuad Hisên got ku "sê komên çekdar dest bi radestkirina çekên xwe ji hikûmetê re kirine", lê tekez kir ku helwesta her du koman (Hizbullah û Tevgera Nujaba) ji bo radestkirina çekên xwe hîn nehatiye destnîşankirin û hevdîtin berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir ku Bexda dixwaze bi welatên Kendavê re têkiliyên wê yên herî baş hebin û her êrişek li ser van welatan bi tundî şermezar dike. Wî got, "Iraq amade ye ku ji bo parastina aramiya herêmî ewlehiya herêmê hevrêz bike û îstîxbaratê bi welatên Kendavê re biguhezîne."

Ev şîroveyên Wezîrê Derve piştî wê yekê tên ku komên çekdar ên nêzîkî Tehranê ji 28ê Sibatê ve, dema ku aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dest pê kirin, rêzeêriş li ser baregehên Amerîkayî li Iraqê kirin. Di vê demê de, çend dever, di nav de Başûrê Kurdistanê û welatên cîran, hatin armancgirtin, ku hikûmeta Iraqê xiste bin fişareke navneteweyî ya tund da ku komên çekdar kontrol bike.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ