AZAD OSMAN Û MIHEMED ÎBRAHÎM AZAD IN!
Du dîlên Kurd; Azad Osman û Mihemed Ela Îbrahîm ku ji sala 2019an ve dema bi Hevrîn Xelef re bûn, ji aliyê koma çekdar a Ebû Hatim Şeqra ve hatibûn girtin, duh serbest hatin berdan.
Duh peywendî bi malbata wan re hate kirin ku herdu dîl dê bên berdan. Di cih de malbat û mirovên herduyan dest bi şahiyê kirin û li benda hatina wan bûn.
Piştî ku herdu gihan parêzgeha Hesekê; Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) pêşwazî li herdu dîlên Kurd ên serbestberdayî Mihemed Îbrahîm û Azad Osman kir.
Berî herdu bigihin, Ebdî û Oso bi malbatên herduyan re civiyabûn, dema Azad û Mihemed jî gihan, cara yekê piştî 7 salan malbatên xwe li wir dîtin û bi girî û himêzan hatin pêşwazîkirin.
Azad Osman û Mihemed Ela Îbrahîm ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ne, di beşa tenduristiyê ya Hêzên Asayîşê de dixebitîn, di 12ê Cotmeha 2019an de, li heman cihê ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef lê hatibû kuştin, li nêzîkî herêma Girê Spî; ji aliyê çekdarên Ebû Hatim Şeqra ve hatibûn girtin. Duh serbest hatin berdan.
3 DEMJIMÊR BERÊ