SOHR: ÎSAL DAIŞÊ LI SÛRIYEYÊ 62 ÊRIŞ PÊK ANÎNE

Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ

Îsal DAI’ê li Sûriyeyê bi dehan êriş pêk anîne û bûye sedema kuştina bi dehan kesan.

Rawangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku DAIŞê îsal 62 êriş li Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 51 kes hatine kuştin.

Rewangehê diyar kir ku 31 êriş tenê li parêzgeha Dêrazorê pêk hatine ku hejmara herî zêde ya êrişan li wê parêzgehê ye.

Çavkaniyekî agahar ji navçeya Heft Gundan a Dêrazorê ji KANAL8ê re ragihand ku DAIŞê heya niha çekên ku ji baregehên desthilata berê bi dest xistibûn bi kar tîne. Çavkaniyê da zanîn, di dema operasyona hilweşîna Esed de, DAIŞê qasên mezin ji çekan ji baregehên desthilata Esed birine.

Çavkaniyê destnîşan kir, piştî hilweşîna Esed, endamên DAIŞê berê xwe ji biyabana Sûriyeyê dan nav bajar û bajarokên Sûriyeyê û bi taybet Dêrazorê.

Li gorî çavkaniyê, DAIŞê bi pereyan kesan li Dêrazorê kirê dike da ku êrişan ji bo wan pêk bînin.

Nûrhat Hesen

3 DEMJIMÊR BERÊ