1.3 MILYON HEBÊN KABTEGONÊ LI SÛRIYEYÊ HATIN GIRTIN
Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ
Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê diyar kir ku wan qaseke mezin ji madeyên hişber li parêzgeha Humsê desteser kirine.
Birêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişber a girêdayî Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê da zanîn ku wan milyonek û 300 hezar hebên kabtegonê li Humsê girtine ku ew heyber ji bo qaçaxcîtiyê hatibûn amade kirin.
Wezareta Hudirîn di daxuyaniyekê de got, wan bazarganê ku hewl dida wan heban ji Sûriyeyê bişîne derve jî girtine.
Wezaretê diyar kir, bazargan ew heb xistibûn şûşeyên plastîk da ku neyên xuyakirin û destnîşan kir, dê lêpirsînên wan di vê der barê de dewam bikin.
Nûrhat Hesen
3 DEMJIMÊR BERÊ