STASYONA ELOKÊ DEST BI POMPKIRINA AVA HESEKÊ KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Piştî 9 mehan ji xebatên nûjenkirina Stasyona Elokê ya Avê, Wezareta Enerjiya Sûriyeyê ragihand wan bi alîkariya Tîmên herêmî û rêxistina Xaça Sor a Navnetewey dest bi pompkirina avê ber bi bajarên Til Temir û Hesekeya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Ev zêdetirî 7 salan e ku bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ava vexwarinê bêpar bûn û doh roja Înê cara yekem bû ku Stasyona Elokê ya avê, dest bi pompkirina ceribandinê ya ava Hesekê kir.

Wezareta Enerjiyê diyar kir ku ev pompkirina ceribandinê gava yekem e ji bo misogerkirina dabînkirina birêkûpêk a ava vexwarinê ya ewle ji welatiyan re û destnîşan kir ku xebatên nûjenkirinê dê bi hevkariya karmendên saziyê li Parêzgeha Hesekê û UNICEFyê werin temamkirin da ku bigihin kapasîteya têrker.

Wezareta Enerjiyê bang li welatiyan kir ku milkê giştî, xet û navendên avê biparêzin, da ku her kes li parêzgehê sûdê jê werbigire.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ