DEM PARTÎ JI KANAL8Ê RE: 4 XALÊN PÊŞÎN ÊN DESTÛRÊ NE DI ROJEVA ME DE YE
Berpirsên DEM Partiyê diyar kirin ku PKK ji cihên ku egera pevçûnan lê zêdebûye, vekişiyaye.
Piştî civîn û nîqaşên li ser amadekariyên qanûna çarçove di dema pêvajoya çareseriyê de, rayedar û parlamenterên DEM Partiyê bi rojnamevanan re civiyan.
Berpirsên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) gotin ku çar madeyên pêşîn ên destûra bingehîn a Tirkiyeyê ne di rojeva wan de ye.
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayyîp Temel, Berdevka Partiyê Ayşeguşl Dogan, Parlamenter Saruhan Oluç û Endama Komîsyona Rêxistinên Sivîl a Partiyê Sultan Ozcan beşdarî civînê bûn.
Yek ji mijarên sereke yên civînê mijara guherandina destûra bingehîn a Tirkiyeyê bû. Li gorî agahiyan, pêvajoya çareseriyê dê gav bi gav pêş bikeve.
Nûçegihanê KANAL8ê Sîdar Basutê li ser çar xalên pêşîn ên guhertina destûrê ji parlamenterên DEM Partiyê pirsî; Gelo di 4 xalên destpêkê yên destûra Tirkiyeyê de ti guhertin dê were kirin?
Di bersiva pirsa nûçegihanê de parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç diyar kir, “Nîqaşên li ser çar madeyên pêşîn ên destûrê ne di rojeva me de ye.”
Li gorî Tayyîp Temel, piştî banga Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de ji bo çekdanîn û hilweşandina PKKyê, “Dewleta Tirkiyeyê operasyonên leşkerî heta radeyek girîng rawestandiye û avakirina baregehên leşkerî yên nû li Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê rawestandiye.”
Temel got, “Bi rêya mekanîzmaya ku di navbera PKK û dewletê de hatiye avakirin, hemû deverên ku xetera pevçûnê lê zêde bû hatine nirxandin. PKK ji gelek ji van deveran vekişiya. Armanca vekişînê pêşîgirtina li aloziyên têgihîştî bû.”
Temel tekez kir ku kesayetên siyasî li her du bajarên Hewlêrê û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê hevkarî û beşdariyeke girîng kirine û piştgirî dane pêvajoyê.
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê got ku di qonaxa yekem de, ew hewceyê qanûnekê ne ku çekan bi tevahî ji hevkêşeyê derxîne û zemîna pevçûnê ji holê rake. Divê ew ji bo bi hezaran Kurdên ku ji ber sedemên cûrbecûr wekî neqanûnî hatine hesibandin jî derfetek peyda bike ku beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin.
DEM Partî bawer dike ku divê hemû endamên PKKyê, tevî rayedarên payebilind, di bin qanûnê de bimînin û gotin “Gava yekem divê qanûnek aştî û danûstandinê be û gava duyemîn jî divê qanûnek azadiyan be ku demokratîkbûn û mafên bingehîn misoger bike.”
Berpirsên DEM Partiyê gotin ku pêwîst e ku bi rêya qanûna çarçoveyî hemû dozên li dijî endamên PKKyê werin betalkirin. Meseleya ku endamên PKKyê li ku dijîn meseleya danûstandinê ye û divê qanûn rê li ber danûstandinan veke.
3 DEMJIMÊR BERÊ