CENTCOM: DU LEŞKERÊN ME HATIN KUŞTIN
CENTCOMê ragihand, "Du leşkerên me di êrişa îranê de hatin kuştin û yek jî winda ye."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) mirina du leşkerên Amerîkî li Urdunê dema ku erkên xwe pêk dianîn ragihand.
CENTCOMê ragihand ku di encama bersivdana êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê yên li Urdinê de, 2 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û leşkerek jî winda ye.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bêyer di 17ê Tîrmehê de qewimîye.
CENTCOMê da zanîn ku çar leşkerên Amerîkî ji bo nexweşxaneyên Urdunê hatin veguhastin ku paşê ji wir hatin derxistin.
i heman demê de yên din piştî ku ji bo birînên sivik kontrolên bijîşkî derbas bûn, vegeriyan ser erkê xwe.
CENTCOM diyar kir ku ew ê ji ber rêzgirtina ji bo malbatên wan, agahdariyên din di nav de nasnameyên leşkerên kuştî heta 24 demjimêran piştî agahdarkirina xizmên wan ên herî nêzîk eşkere neke.
4 DEMJIMÊR BERÊ