EHMED: AVAKIRINA SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK, YEK JI ARMANCÊN SEREKE YÊN ŞOREŞÊ BÛ
Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji Rojava FM re axivî, salvegera 14em a Şoreşa 19ê Tîrmehê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û geşedanên dawî niraxand.
Ehmed amaje bi pêşengtiya jina Kurd di hemû qadan de kir, ku ji bo misogerkirina mafê gelê Kurd û herêmê û demokrasiyê, me gelek qurbanî dan.
Îlham Ehmed salvegera şoreşê pîroz kir û got: "Em salvegera 14em a Şoreşa 19ê Tîrmehê li gelê Kurd, hemû gelên herêmê û mirovahiyê pîroz dikin. Dema ku em vê şoreşê û bandora wê li ser gel, herêm û Sûriyeyê dinirxînin, ew xwedî giringiyeke kûr e, ji ber ku ew şoreşek ji bo demokrasiyê li Sûriyeyê bû. Di encama qurbaniyên mezin ên hatine dayîn de, Şoreşa 19ê Tîrmehê li ser prensîbên misogerkirina maf û azadiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û bidestxistina dadê hate damezrandin."
Ehmed behsa armancên sereke û encamên bidestxistî kir û got: "Avakirina Sûriyeyeke demokratîk; yek ji armancên sereke yên Şoreşa 19ê Tîrmehê bû, ku hemû Sûriyeyî, çi pêkhate yan bawerî bin, mafên wekhev bistînin. Di Şoreşa Rojava de, jinan roleke pêşeng û bingehîn lîst, çi bi rêya sîstema hevserokatiyê be, çi jî di warên siyaset, parastin, perwerde û yên din de be. Ev ezmûneke giring û hêja bû. Di Şoreşa Rojava de, jinan şiyana xwe ya rêberîkirin, tevlibûna çalakiyên siyasî û hilgirtina berpirsiyariyên cûrbecûr li kêleka mêran dan çespandin û ji bo jinên li çar aliyê cîhanê bûn modeleke giring."
Ehmed amaje bi giringiya hebûna Rojava di nava Sûriyeyê de kir û got: "Şoreşa 19ê Tîrmehê di nav kirîza Sûriyeyê û serhildanên li dijî dîktatoriyeke navendî de derket holê. Gel rabû ser xwe, Rêveberiya Xweser û saziyên wê ava kir û karibû karûbarên xwe bi xwe bi rê ve bibe. Şoreşê her wiha derî ji bo gelê Kurd vekir ku bi civakên din ên xwecihî yên Sûriyeyê re hevkariyê bikin û bi hev re bijî, herêmên xwe bi hev re bi rihê hevkariyê bi rê ve bibin. Ev şoreş ji hundir û derve ve hate armancgirtin, rastî şerekî tinekirinê û fişarên îstîxbaratê hat. Tevî şer û dorpêçê, ev tecrube 15 sal in berdewam dike."
Îlham Ehmed hizira demokarsiyê ya ku şoreşê bi pêş xistiye kir û got: "Şoreşa 19ê Tîrmehê kes û tevgerên ji çar aliyên cîhanê kişand ku tev li bibin an jî piştgiriyê bidin wê, çi ji bo parastina herêmê be çi jî ji bo fêrbûna ji vê ezmûnê be, bi taybetî tevgerên ku ji bo azadî û demokrasiyê dilsoz in. Ev di dîroka gelê Kurd de bûyereke giring bû."
Ehmed geşedanên dawî jî piştî pêvajoya entegrasyonê nirxand û got: "Piştî hilweşîna rejîma Baesê, Sûriye niha di qonaxeke ji nû ve avakirinê re derbas dibe, li ser nivîsandina destûreke nû, avakirina parlementoyeke nû, çêkirina yasayên nû û lidarxistina hilbijartinan dixebite. Di tevgera hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hin kêmasî hene, di serî de hebûna qels a jinan di cihên biryardanê de, ji bilî domandina hin hişmendiyên teng û navendî û beşdariya sînorkirî ya pêkhateyên cûda di pêvajoya biryardanê de."
Ehmed bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kir û got: "Divê ev kêmasî werin çareserkirin û sererastkirin. Mekanîzmaya erkdarkirina endamên parlementoyê bi gelek awayan şaş bû û nûneriya rastîn a hemî Sûriyeyiyan nîşan nedida û nûnertiya jinan di nav wê de qels bû. Ji ber vê yekê, nayê gotin ku ev parlemento niha dikare biryarên giring bide ku nûnertiya hemî Sûriyeyiyan dike."
Di dawiya axaftina xwe, Ehmed amaje bi divêtiya hebûna destûreke nû û avakirina Sûriyeya demokratîk kir û got: "Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke nû ya neteweyî heye ku mafên hemî pêkhateyên wê garantî bike û divê Kurd di avakirina Sûriyeya nû de roleke bingehîn bilîzin. Bermahiyên hişmendî û pratîkên Baesê divê di Sûriyeya nû de nemînin, da ku Sûriye bibe dewleteke demokratîk ku ewlehî û aramiyê bi dest bixe. Em welatiyên Kurd ên Sûriyeyê ne û em hêvî dikin ku Sûriyeyeke nû bibînin ku ji mezhebperestiyê, şer û kirîzan derbas bibe û tê de hemî pêkhate bi hev re di aştî û hevkariyeke rastîn de bijîn."
8 DEMJIMÊR BERÊ