OSO: EM XETÎREYA AZADIYÊ YA KU ŞEHÎD XEBAT BILIND KIRIYE, LI BA BIHÊLIN
Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Sûriyeyê yê herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî û got "Em xetîreya azadiyê ya ku şehîd Xebat bilind kiriye, li ba bihêlin."
Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Sûriyeyê yê herêma Rojhilat Semîr Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê peyamek li ser hesabê xwe yê Xyê belav kir û salvegera şoreşê pîroz kir.
Semîr Oso di peyama xwe de got "Bi boneya salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê em bi serbilindî û dilsozî şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin. Şehîd Xebat Dêrik yek ji wan kesan bû ku xetîreya azadiyê hilda û me jî bi şadî li kêleka wî, vê xetîreyê li ba dikin."
Semîr Oso diyar kir ku qonaxa heyî berdewama wê têkoşînê ye û got, xetîreya azadiyê ya ku me ji şehîd Xebat Dêrik wergirtine, dê li ba bimîne, bi hêztir û gûrtir bibe û dê rola parastina gel, erd û rûmetê jî berdewam bikin.
Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Sûriyeyê yê herêma Rojhilat Semîr Oso pê de çû û got: "Yekîtiya gelê herêmê dê jêdera hêz û berxwedanê bimîne û soza ku ji şehîdan re hatiye dayîn dê bimîne û nû bibe. Xwedîderketina li keda şehîdan bi parastina destkeftiyên azadiyê û parastina vîna gel pêkan e."
8 DEMJIMÊR BERÊ