BIRÊVEBERIYA AVA HESEKÊ: AVA STASYONA ELOKÊ NIHA VENEXWIN

Kanal8 11 DEMJIMÊR BERÊ

Birêveberiya Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê ya bajarê Hesekê ji şêniyan xwest ku ava stasyona Elokê ji bo vexwarinê bi kar neyînin û diyar kir berdana avê hîna di qonaxa taqîkirinê de ye.

Birêveberiya Kompanyaya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê der barê ava stasyona Elokê, hişyariyek bi par ve kir.

Birêveberiya Kompanyayê diyar kir ku ava ku niha ji stasyonê tê berdan di çarçoveya taqîkirinê û ji nû ve dagirtina torên avê de ye ku bi salan rawestiya bû.

Birêveberiya Kompanyayê destnîşan kir ku ji nû ve berdana avê di toran de dibe ku bi awayekî demkî bibe sedema hin guhertinan wekî reng, tam û bêhina avê.

Birêveberiya Kompanyayê da zanîn ku "Ev guhertin girêdayî qonaxa ji nû ve xebitandinê torê ye. Ji bo vê yekê em bang li şêniyan dikin ku heya xebata taqîkirinê bi dawî nebe û testên laboratorî piştrast nebin ku av ji bo vexwarina mirovan guncaw e, ava torê ji bo vexwarinê bi kar neynîn."

Birêveberiya Kompanyayê ragihand ku heya stasyona Elokê bi temamî bikeve xizmetê û av ji bo vexwarinê guncaw bibe dê şêniyan agahdar bike.

Kanal8

11 DEMJIMÊR BERÊ