AMERÎKAYÊ LI HURMUZGANÊ 3 PIR Û TUNELK KIRINE ARMANC
Li gorî rayedarên Îranê, ji ber êrişên Amerîkayê yên serê siba îro li parêzgeha Hurmuzgana başûrê wî welatî, herî kêm 3 piran zirar dîtine.
Parêzgarê Hurmuzganê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrişên şeva bihurî de 3 pir û tunelek zirar dîtine.
Ajansa nûçeyan a Tasnîmê, dîmenên êrişên li ser wan piran bevla kir û beyî ku hûrgiliyan zêdetir belav bike ragihand, di encama êrişên balafirên Amerîkayê de çend welatî hatine kuştin.
Li gor agahiyên mediya Îranê, ew pirên ku hatine bomabebarankirin, zêdetir pirên parêzgeha Bendir Ebas û bajarokên bi derdora wê ve girê didin, hatine armancgirtin.
Ji aliyê xwe ve jî Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ragihand, di şeva heftem a êrişên wê yên li ser Îranê, careke din "cihên çavdêriyê, binesaziya lojîstîka leşkerî, depokirina çekan yên binerdê û şiyanên deryayî" kirine armanc.
Fermandariya Hêzên Navendî a Amerîkayê (CENTCOMê) ragihand, di encama êrişên mûşekên Îranê ya şeva bihûrî li ser Urdunê, 13 leşkerên wan birîdar bûne û 2 leşker jî hatine kuştin.
Rayedarên Îranî jî dibêjin, ji roja destpêkirina êrişên Amerîkayê yên li ser deverên cûda yên Îranê ku ev hefteyeke berdewam dike, herî kêm 46 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.
Wezareta şer a Amerîkayê jî eşekere dike, ji roja destpêka şer ve û heta niha 16 leşkerên Amerîkayî hatine kuştin û 427 jî birîndar bûne.
12 DEMJIMÊR BERÊ