HOSTAYEKÊ KEBABAN LI ŞÛNA ZÊRAN, 100 ÇÎÇIK DIYARÎ ZAVAYEKÎ KIR

Elî Zalo 12 DEMJIMÊR BERÊ

Li bajarê Mereşê yê Bakûrê Kurdistanê, hostayekî kebabçêkirinê, 100 çîçikên mirîşkan - li şûna zêr - diyarî da xortekî ku berê şagirtê wî bû, bi mebesta ku ew wan xwedî bike û jê sûd werbigire.

Dogan Gundeş, niştecihê taxa Onîkîşûbanê ya bajarê Mereşê ye, kebabçî ye. Dema dizewice, di şahiya wî de, hostayê bi navê Mistefa Çabuk ku ew ferî çêkirina kebaban kiribû, li şûna ku zêran diyarî wî bike, 100 çîçikên mirîşan diyarî wî dike.

Mistefa Çabuk dema wan 100 çîçikên mirîşkan diyarî şagirtê xwe dike, qewêtiyekê lê dike û dibêje: "Ez hêvî dikim ku tu wan xwedî bikî û ji bo paşeroja te, sermiyaneke baî ji te re bîbin."

Di dawetê de, hevalên zavê jî bi alîkariya krênekê gihan navenda salonê û pêşandanek ku amade kiribûn pêşkêş kirin.

Diyariya neasayî bala mêvanan tevan kişandibû.

Elî Zalo

12 DEMJIMÊR BERÊ