KURTEFÎLMA 'YEK DENG' XELATEKE NAVNETEWEYÎ WERGIRT

Sema Reşid 16 DEMJIMÊR BERÊ

Kurtefîlma ‘Yek Deng’ a derhênerê Kurd Zagros Çetînkaya ji aliyê Cineplay International Film Festival ve xelata “Best Drama” wergirt.

Kurtefîlma ‘Yek Deng’ çîroka ciwanekî Kurd ê bi navê Îbrahîm ku li Norwêcê dijî vedibêje.

Senaryoya Fîlmê

Kurtefîlm bê senaryo hatiye kişandin û çîrok û avahiya senaryoyê di qonaxa post-produksiyonê de deng û forma xwe ya dawî dîtine. Di tevahiya fîlmê de tenê karakterek li ser ekranê heye; karakterê duyem jî tenê bi rêya dengekî di fîlmê de hebûna xwe nîşan dide. Yek ji xalên ku herî zêde bala juriyê kişand, şêwaza nû ya çîrokbêjiya fîlmê bû.

Li gorî nirxandina festivalê, derhêner bi vê rêbazê ji qalibên klasîk ên vegotina sînemayê derketiye û hewl daye zimanekî cuda yê sînemayê ava bike. Di vê çarçoveyê de, YEK DENG xelata Best Drama wergirt.

Peyama Festîvalê

Di peyama xwe de festivalê derbarê fîlmê de wiha got, “Afirînerî, huner û ronahiya sînemayî ya we, wek ronahiyekê li ser sehneyeke tarî, derket pêş. Em pir bi heyecan in ku dibînin xebata we li jor dibiriqe.”

Kurtefîlm behsa çi dike?

Kurtefîlm behsa ciwanekî Kurd dike ku li ser li ser ekranê tundî, zordarî û êşa gelê xwe dibîne.  Ciwanê Kurd Îbrahîm dema dibîne şer û aloziyên li herêmê berfirehtir dibin û digihîjin Hesekê û Kobaniyê, di hundirê wî de tirs û nerehetiyek kûr şiyar dibe.

Îbrahîm hewl dide agahiyê ji kesûkar û malbata xwe ya ji Kobaniyê werbigire. Lê hewldanên Îbrahîm bêencam dimînin. Piştî vê yekê rêwîtiya sembolîk a Îbrahîm dest pê dike û di nav daristanê, dengên rabirdûyê û birînên dîrokê li pey wî tên. Navên Zîlan, Dêrsim, Helebce, Şengal û Mehabadê ne tenê bîranîn in; ew dibin dengên nifşên ku êş kişandine, lê qet bêdeng nebûne.

Platforma 'Cineplay International Film Festival' çi ye?

Cineplay International Film Festival platformeke navneteweyî ye ku armanca wê piştgirî û pêşxistina sînemaya serbixwe ye. Festival dixwaze ji bo fîlmçêkerên serbixwe derfet biafirîne, berhemên wan bigihîne temaşevanên firehtir û fîlmên xwedî deng û dîtineke cuda bîne cem hev. Bi xelata Best Drama, YEK DENG destpêkeke xurt ji bo rêwîtiya xwe ya navneteweyî kir.

Sema Reşid

16 DEMJIMÊR BERÊ