KURTULMUŞ DERBARÊ QANÛNA ÇARÇOVEYÎ DEST BI GERÊ DIKE
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê ji bo "qanûna çarçove" ya ku tê plankirin berî parlamento bikeve bêhnvedanê were derxistin, serdana partiyên siyasî bike.
Di van hevdîtinan de dê hewl were dayîn ku li ser pêşnûmeqanûnê xalên hevpar bên rawestandin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê di çarçoveya"qanûna çarçove" ya ku tê plankirin berî parlamento bikeve bêhnvedanê were nîqaşkirin, serdana partiyên siyasî bike.
Kurtulmuş dê serdanên xwe yên roja Sêşemê bi hevdîtina bi Serokê MHPyê Devlet Bahçeli re dest pê bike.
Ew dê piştî civîna koma MHPyê bi Bahçeli re hevdîtin bike û di heman rojê de piştî civîna koma wê, dê serdana DEM Partiyê jî bike.
Tê payîn ku Kurtulmuş roja Çarşemê serdana AK Partiyê bike. Piştre, ew ê bi CHP û Partiya Rêya Nû re hevdîtinan bike.
Tê ragihandin ku serdan dê li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ku tê xwestin berî ku parlamento bikeve bêhnvedanê, were rojeva parlementoyê û li ser lêgerîna piştgiriyê ji bo misogerkirina ku qanûn bi lihevkirinek siyasî ya berfireh were pejirandin, bisekinin.
Di heman demê de, tê payîn Şandeya Îmraliyê di 23ê Tîrmehê de serdana Girava Îmraliyê bike û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
19 DEMJIMÊR BERÊ