HEVŞAREDARÊ AMEDÊ DEV JI ERKA XWE BERDA

Kanal8 18 DEMJIMÊR BERÊ

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ragihand, wî dev ji erka xwe berdaye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ew dev ji erka xwe berdide.

Dogan Hatun da zanîn ew ji roja bûye hevşaredar, hewl daye hêviyên gel bicîh bînin û xizmetê ji bajarê xwe re pêşkêş bikin.

Dogan hatun diyar kir, pêvajoya çareseriya ku dest pê kiriye deriyekî nû vekiriye û wiha pê de çû: Me Konferansa xwe ya Rêveberiyên Herêmî li dar xist. Li wir me erk û berpirsiyariyên ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li ser her yekî ji me ne nirxandin. Di konferansê de lihevkirinek derket holê ku serdema nû û pêvajoya ji nû ve avakirinê bi têra xwe nehatine fêmkirin, ku di derbarê hişmendî û pratîkê de di fêrbûnn kevin de israr heye, û erk û berpirsiyariyên ku hatine girtin bi têra xwe nayên bicihanîn. Van nirxandinan ji bo me hemûyan pêwîst kiriye ku em bikevin pêvajoyek xwelêpirsînê ya wêrektir, jidiltir û kûrtir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî pêşengtiya ku ji wî dihat payîn pêk neaniye û pêwistiyên erk û berpirsiyariya ku ketiye ser milên wê bicih neaniye.

Her wiha Dogan da zanîn ew ji ber pirsgirêkên tendirustiyê jî nikare di erka xwe de çalak be û wiha anî zimên: Pirsgirêkên tenduristiyê yên ku min di vê heyamê de dest pê kirin bandorek neyînî ya cidî li ser min kirin û bûne astengiyek girîng ji bo beşdarbûna min a çalak di kar de. Di dema erka min de sê caran anjîyo kirin bandorek neyînî li ser min kir û rê li ber şiyana min a beşdarbûna çalakiyan bi qasî ku tê hêvîkirin girt.

Dema ku van hemû kêmasiyan bi hev re têne nirxandin, eşkere ye ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihe serkeftinê; beşdarbûn, hewldan û berhemdariya pir mezintir û her wiha têkoşînek dijwar hewce dike. Di vê qonaxê de, ez gihîştim wê fêhmê ku ez ê nikaribim di vê pêvajoyê de di asta ku ez dixwazim de beşdar bibim dema ku ez di pozîsyona xwe ya heyî de bim.

Dogan Hatun got wî di çarçoveya "Prensîba Vekişînê" de dev ji erka xwe berdaye û got, "Min demek berê daxwaza xwe ya ji bo vekişîna ji posta xwe ya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed pêşkêşî dezgehên pêwendîdar ên partiyê kir. Partiya me ev daxwaz nirxand û guncaw dît. Ez bi vê yekê ji raya giştî re û berî her tiştî ji gelê me yê welatparêz re radigihînim ku, ji îro pê ve, ez dev ji erka xwe berdidim û ji posta xwe ya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed vekişiyam."

Namzedê DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de li bajarê Amedê bi %64ê dengan bi ser ket.

Hatun ligel Ayşe Serra Bucak wekî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebitî.

Dogan Hatun kî ye?

Dogan Hatun, ku li navçeya Pasurê ya Amedê ji dayik bûye, ji Zanîngeha Dîcleyê di beşa Endezyariya Madenê de der çûye.

Hatun di navbera salên 2016 û 2023an de wek Hevseroka Odeya Endezyarên Madenê xebitî û di heman demê de wek Sekretera Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Amedê ya TMMOBê xebitî.

Kanal8

18 DEMJIMÊR BERÊ