ŞANDEYA ÎMRALIYÊ BER BI ÎMRALIYÊ BI RÊ KET
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê bi rê ket.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand, endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Faîk Ozgur Erol û Mîthat Sancar ji bo Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ber bi Îmraliyê bi rê ketine.
Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê herî dawî di 24ê Gulanê de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiya.
Di hevdîtinê de li ser qanûna çarçove nîqaş hatin kirin.
Di çarçoveya amadekariyên berdewam ên ji bo qanûnek çarçoveyî ya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê êvara 15ê Tîrmehê bi Cîgirê Serokê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û di 16ê Tîrmehê de jî bi Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
18 DEMJIMÊR BERÊ