ARTÊŞA TIRKIYEYÊ GUNDEKÎ DIN Ê EFRÎNÊ VALA DIKE
Artêşa Tirkiyeyê gundekî din ê Efrîna Rojavayê Kurdistanê vala dike û ji welatiyan re agahî hatiye dayîn ku ew dikarin vegerin ser axa xwe.
Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê ji bo KANAL8ê ragihand, artêşa Tirkiyeyê gundê Çiyê yê Efrînê vala dike.
Çavkaniyan diyar kir ku agahî ji welatiyan re hatiye dayîn ku ew dikarin roja Sêşemê vegerin malên xwe.
Artêşa Tirkiyeyê ji zêdeyî 8 salan ve ew gund bi tevahî kiribû baregeheke leşkerî û nedihişet welatiyên gund vegerin.
Artêşa Tirkiyeyê ji gundê Basilê bi temamî vekişiyaye û ji gundê Çiyê jî vedikişin.
Baregehên Tirkiyeyê li gundên, Cilbirê, Şêxorzê û Derwêş mane, welatiyan wan gundan nikarin vegerin, her wiha baregeheke arêtşa Tirkiyeyê li nêzî gundê Basûfanê maye.
Ji adara 2018an artêşa Tirkiyeyê dest bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de girt û beriya hilweşîna desthilata Esed, binpêkirinên mezin li gel çekdarên girêdayî xwe li dijî welatiyên Efrînê pêk anîn.
18 DEMJIMÊR BERÊ