ÎSRAÎL JI BO ÇI TÎMSEHAN DIXWAZE?

Hêriş Celal 17 DEMJIMÊR BERÊ

Rayedarên Îsraîlê ji bo parastina welatê xwe her rê û rêbazekê diceribînin. Di wê çarçoveyê de dixwazin tîmsehan bikirin û di sektora ewlekariyê de bikar bînin.

Wezîrê Jîngeha Îsraîlê Edith Silman, pêşniyar kir ku ji bo parastina girtîgehên welêt, tîmsehan bikar bînin.

Edith Silman diyar kir, ew dikarin tîmsehan li derdora girtîgehan, bi taybetî girtîgehên ku endamên Hemasê tê de girtîne, bicih bikin û bi wê rêyê hewldanên reva girtiyan asteng bikin.

Li gorî kategoriyên nû, mirov dikarin tîmsehan li şûna kategorîkirina wan weke "ajelên dirinde" weke "ajelên dirinde yên perwerdekirî" binav bikin.

Ev guhertina ku di kategorîkirina tîmsehan de tê bikaranîn, dikare bibe sedem ku mirov tîmsehan di sektora ewlekariyê de bikar bîne.

Saziyeke ewlekariyê jî Saziya Girtîgehên Îsraîlê ye ku di bin çavdêriya Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben-Giver de ye.

Ji xwe ev pêşniyara balkêş cara pêşî ji aliyê Itamar Ben-Giver ve di Kanûna sala 2025'an de hatibû kirin. Ben-Giver girtîgeha koçberan a eyaleta Filorîdayê weke mînak nîşan dabû ku weke girtîgeha "Tîmsehên Girava Alkatraz" tê nasîn.

Li gorî raporeke beşa farsî ya DW'yê, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben-Giver, dixwaze tîmsehan ji bo parastina girtîgeha "Ketziot" a başûrê Îsraîlê bikar bîne. Di Ketziot de zêdetir endamên Hemasê tên girtin.

Li gorî kanal 3 ya Îsraîlê, Saziya Xweza û Parastina Parkan a Îsraîlê ji ber pêşniyara tamar Ben-Giver nerazî ye û diyar dike, ajelên dirinde bi tenê divê ji bo lêkolînên bijîşkî werin bikaranîn. Saziyê got, tîmseh dibe ku metirsiyê li ser jiyana mirovan jî çêbikin, ji ber ku belavbûna wan li welêt nayê kontrolkirin.  

Hêriş Celal

17 DEMJIMÊR BERÊ