DURAN KALKAN: NEZELALIYEK DI ALIYÊ QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DE HEYE
Duran Kalkan got, "Eger şert û mercên Abdullah Ocalan neyên başkirin pêvajo bipêş nakeve."
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan destnîşan kir ku neguhertina şertên Îmraliyê baweriya ji bo pêvajoyê lewaz kiriye û got, “Bi qasî ku Ocalan nikaribe bi rengekî azad bixebite, pêvajo bi pêş ve naçe."
Duran Kalkan di hevpeyvînek de bi Medya Haber TVyê re derbarê pêvajoya çareseriyê û geşedanên di rojevê de ne axivî.
Duran Kalkan destnîşan kir ku serdanên Îmraliyê rêk û pêk nayên kirin, nezelaliyek di aliyê qanûna çarçoveyê de heye.
Duran Kalkan da zanîn ku rewşa heyî nîşan dide ku pêvajo li paş ketiye û got: Ev yek nîşan dide ku zêde bi cidî nêzî pêvajoyê nabin.
Her wiha diyar kir Abdullah Ocalan û tevgera wan evqas gav avêtin, her kes vê dizane, her kes nîqaş dike. Ji hin aliyan ve kesên dijber jî, di aliyê rewşa leşkerî, siyasî û geşedanên li herêmê de dibêjin, helwesta Kurdan têra xwe erênî û bi wate ye.
Kalkan tekez jî kir ku Abdullah Ocalan di pêvajoyê de muxatabê sereke ye, hemû derdorên Kurd vê yekê qebûl dikin û sedema pêşneketina pêvajoyê jî, rewşa heyî ya şert û mercên Abdullah Ocalan e.
6 DEMJIMÊR BERÊ