BAKIRHAN: DIVÊ STATUYA BIRÊZ OCALAN DIYAR BE
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku qanûna çarçove dê bingeha pêvajoyê be û got, "Qanûnek yekalî dê hêsankariyê çêneke."
Bakirhan xwest ku şert û mercên xebatê yên Ocalan ji hêla qanûnî ve werin garantîkirin û pergala qeyûm bi dawî bibe.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî û derbarê qanûna ji bo pêvajoyê axivî.
Bakirhan da zanîn qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoyê bê derxistin dê ji bo jinûve avakirina Tirkiyeyê dê bibe xaleke esasî.
Bakirhan li ser rola Ocalan a di pêvajoyê de jî axivî û got, “Divê şert û mercê xebat û danûstandinê yên Ocalan bên misogerkirin.”
Bakirhan tekezî li ser statuya Ocalan kir û bang li desthilatê kir û got, “Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin.”
Bakirhan diyar kir ku divê mekanîzmayên têkildarî pêvajoya bêçekkirinê jî di qanûnê de cih bigirin û xwest ku rêziknameyên siyasî û qanûnî yên ku rê li ber entegrasyona demokratîk vekin, werin çêkirin.
Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser hebûna qeyûman û diyar kir ji bo bipêşketina pêvajoyê divê sepanên tayînkirina qeyûm nemînin.
Her wiha Bakirhan da zanîn divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) were pêk anîn, kesên ji ber KHKyê ji karê xwe hatine dûrxistin bên vegerandin, di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hemû girtiyên siyasî bên berdan.
7 DEMJIMÊR BERÊ