OZEL: EM DÊ PARTIYEKE NÛ AVA BIKIN
Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel mal avayî li CHPyê kir û ragihand ew dê partiyeke nû ava bike.
Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe ya di parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û xatir ji partiya xwe xwest.
Ozgur Ozel di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de ku di 4ê Mijdara 2023an de pêk hat, wek Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin.
Di 21ê Gulana 2026an de dadgehê biryarên wê kongreyê wek “betalkirina mutleq” ragihand û Ozel bi fermî ji erkê xwe yê serokê giştî hat dûrxistin.
Piştî biryara dadgehê Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji aliyê dadgehê ve wekî Serokê Giştî yê partiyê hat erkdarkirin.
Vê biryarê di nav CHPyê de nerazîbûneke gelekî mezin li pey xwe anî û di nav CHPyê de dû aliyên cuda çêbûn.
Ozgur Ozel di civîna koma CHPyê de ragihand ku ew dê partiyeke nû ava bikin û got, "Em îro bi serokên xwe yên parêzgehan re, sibe bi Encûmena Partiya me ya hatoye hilbijartin re û pişt re bi parlamenterên xwe re dicivin. Em partiya xwe ya nû bi parlamenterên xwe re wekî gaveke nû diavêjin..
Ozel got, "Bila ti gumana we nebe ku piştî karûbarên teknîkî, partiya ku em ava bikin dê bibe partiya herî mezin a muxakefetê."
21/07/2026