KURDEK HATIYE REVANDIN Û DOZA 600 HEZAR DOLARÎ JI BO BERDANA WÎ KIRIN

Kanal8 21/07/2026

Kesê bi navê Mihemed Îsmaîl Qadir ê ji  Kobaniyê, di navbera herêmên Menacîr û Serêkaniyê de hat revandin. Ji bo berdana wî 600 hezar dolarî dixwazin.

Çavkaniyekê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re diyar kiriye ku kesê bi navê Mihemed Îsamîl Qadir ê ji gundewarê Kobaniyê li devera di navbera Menacîr û Serêkaniyê de hat revandin. Sedemên revandina wî nehatin zanîn, lê kesên ew revandine doza 600 hezar dolarî dikin da ku wî berdin.

Li gorî agahiyên ku malbata wî dane, kesên ku Mihemed revandine bi telefonê bi bavê wî re axivîne û ji bo berdana wî 600 hezar dolar xwestine, her wiha 24 saet wekî dem dane malbatê da ku pereyan bidin.

Çavkaniyan dane zanîn ku malbat nikare van pereyan peyda bike û bang li aliyên têkildar dike ku bi lez destwerdanê bike da ku Mihemed were berdan.

Kanal8

21/07/2026