BAFIL CELAL TALEBANÎ BO QUBAD TALEBANÎ: EZ Û TU TÎMEK IN KU NAYÊ TÊKBIRIN
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK, Bafil Celal Talebanî rojbûna birayê xwe Qubad Talebanî pîroz kir.
Serokê YNKyê di pîrozbahiya xwe de ji bo birayê xwe, behsa hevrêtiya Qubadî kir û got: "Di hemû qonaxên jiyana min de, tu alîgir, guhdar û hevalbendê min bûyî. Hebûna te ne tenê bereket e, lê tu di hemû demên dijwar de, min xurt dihêlî. Ez bi wêrekî, rêberî û biratiya te serbilind im."
Bafil Talebanî behsa bihurtina salekê ji temenê birayê xwe Qubad dike û dibêje: "Dema ku tu saleke din a jiyana xwe derbas dikî, dê paşeroja te tijî serkeftin, hêz û bextewariyeke mezin be."
Behsa Qubad kir û got: "Spas ji bo ku tu her gavê rêberê min î û min hişyar, rastgo û rastûdirust dihêlî. Tu ew hevalê baş î ku her kes wî dixwaze."
Di dawiya pîrozbahiya xwe de wiha got: "Ez ji bo rojbûna te û hemû serkeftinên ku em ê di salên bên de bi hev re bi dest bixin kêfxweş im."
"Rojbûna te pîroz be Kak Qubad!"
4 DEMJIMÊR BERÊ