HÊZÊN HIKÛMETA SÛRIYEYÊ GIRT SER GUNDÊ NÊREBIYÊ Û HINEK GUNDIYÊN WÊ GIRTIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi ser gundê Nêrebiyê yê herêma Şehbayê de girt û çend gundiyên wê girtin.

Çavkaniyek ji KANAL8ê re got ku hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Sûriyeyê bi ser gundê Nêrebiyê yê Şehbayê de girt û hin gundiyên wê girtin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyê navên hin kesên hatine girtin wiha ragihand: Mihemed Hemîd Hesen, Hemîd Mihemed Hesen, Ebdelcewad Welo Muxtar, Mihemed Ebdelqadir Welo, Xalid Ebdelqadir Welo, Ebdelcelîl Hac Elî, Mihemed Selah Mihemed, Hesen Selah Mihemed, Mûeyed Hemîd Hesen, Omer Mûeyed ê 16 salî û Mihemed ê 14 salî û hin kesên din jî hatine girtin, lê navên wan bi dest neket.

Hêjayî gotinê ye ku dema bi ser gund de girtin, li jin û dayikan xistin, lê nayê zanîn heger birîndar hebin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ