DÊ DI ÇARÇOVE YASAYÊ DE ÇI HEBE?
Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ
Pêvajoya Çareseriyê bi rojeva qanûnê berdewam dike. Tê payîn beriya bêhnvedana fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê yasaya ji bo pêvajoyê were pêşkêş kirin.
Çarçove yasa di pêvajoya çareseriyê de qonaxa nû ye û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş ji bo lihevkirineke hevpar a pêşnûmeyê serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî didomîne.
Li gorî agahiyên DW Tirkiyê, rayedarên Serokomariyê, Serokatiya Parlamentoyê û Berpirsên Wezareta Edaletê pêşnûmeyek amade kirine.
Heman çavkaniyê ragihand di naveroka çarçove yasayê de dê ev xal hebin:
- Dê komîsyoneke taybet were avakirin da ku ew endamên PKKyê yên ku çek danîne bi rêya kar û rehabîlîtasyonê ve tevlî civakê bike.
- Serokê komîsyonê yê ku dê ji bo misogerkirina entegrasyona civakî were ragihandin, dê ji hêla Serokomar ve were destnîşankirin. Endamên wê dê ji hêla wezaretên destnîşankirî ve werin hilbijartin.
- Dê bi fermaneke serokomariyê çekdanîn û xwehilweşandina rêxistinê were tomarkirin.
- Endamên rêxistinê yên ku dev ji çek berdane, dê li dadgehên cezayên bilind ên li Enqerê werin darizandin û dê serbestberdana wan bi şertê çavdêrî were dayîn. Lêb, sûcên wekî "kuştina bi zanebûn" û "êşkence" dê ji vê bendê werin derxistin.
- Dozên wekî “endamtiya rêxistineke terorê” û “propagandayê” dê di nav berdana di bin çavdêriyê de be. Ji bo dozên ku cezayê wan ji 10 salan kêmtir e, dê 4 salan bidome; ji bo dozên ku cezayê wan ji 10 salan zêdetir e, berdena di bin çavdêriyê de dê 6 an 7 salan bidome.
- Endamên rêxistinê yên ku di vê heyamê de sûcên din nekin, dê wekî ku sûcên xwe yên berê qedandine werin hesibandin. Kesên ku di dema berdana xwe ya di bin çavdêriyê de sûc bikin, dê ji bo her du sûcan cezayê girtîgehê bikişînin. Hemû biryar dikarin werin îtîrazkirin.
- Heman çavkaniyê diyar kir di çarçove yasayê de ti xalên ji bo Ocalan tine ne.
- Kesên ku di bicîhanîna qanûnê de beşdar in dê parastina yasayî jî werbigirin. Her wiha, mafê qurbaniyên terorê yê daxwazkirina qerebûyê dê were parastin.
- Qanûna çarçoveyî ya ku dê were derxistin dê bi demê ve sînordar be, tê plankirin 3 an 4 sal be. Lê, Parlamento dê bikaribe heyama qanûnê herî zêde çar caran, her carê şeş mehan dirêj bike.
Kanal8
4 DEMJIMÊR BERÊ