HEJMARA PARLAMENTERÊN KU TEVLÎ PARTIYA OZEL BIBIN DIYAR BÛ
Parlamenterê CHPyê Yuksel Taşkin diyar kir, hejmara parlamenterên ku dê beşdarî partiya nû ya ku ji aliyê Ozgur Ozel ve tê damezrandin bibin, gihîştiye 94an.
Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel duh di civîna partiya xwe de diyar kir ku ew dê partiyeke nû ava bikin û got, “Em dê kesî li pişt xwe nehêlin.”
Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Yuksel Taşkin derbarê partiya nû ya Ozgur Ozel ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û got, “Hejmara parlamenterên ku dê tevlî partiya nû bibin bûye 94an.”
Taşkin derbarê navê partiyê de got, “Ji ber ku navê 'Yeni Parti' (Partiya Nû) di nav gel de hatiye naskirin, bi egereke mezin dê bi wî navî berdewam bikin.”
Taşkin diyar kir, eger 94 parlamenter derbasî partiya nû ya ku di bin serokatiya Ozel de were avakirin bibin, hejmara kursiyên CHPyê yên di bin serokatiya Kemal Kiliçdaroglu de dê dakeve 41an.
Partiya nû ya Ozel dê bi 94 parlamenteran bibe duyemîn partiya herî mezin a li Parlamentoya Tirkiyeyê. Partiya desthilat AK Partî 277 kursiyên wê hene.
Gelo partiya nû ya Ozel bikaribe alîkariya xezîneyê werbigire?
Li gorî Qanûna Partiyên Siyasî ya niha ya bi hejmara 2820, alîkariya xezîneyê ne li gorî hejmara endamên parlementoyê ye, li gorî rêjeya dengên ku di hilbijartinên giştî yên parlementoyê yên dawî de hatine wergirtin tê destnîşankirin.
Li gorî qanûnê, ji bo ku partiyek siyasî mafê wergirtina alîkariya dewletê hebe, divê beşdarî hilbijartinên giştî yên dawî bûbe û herî kêm %3ê dengên derbasdar wergirtibe.
Ji ber vê yekê, her çend partiya nû ya ku ji hêla parlamenterên ku dê ji CHPyê derkevin ve were damezrandin jî, di Parlamentoyê de komeke xurt hebe jî, ew ê nikaribe alîkariya xezîneyê werbigire.
3 DEMJIMÊR BERÊ