DEMA KARKIRINA PARLAMENTOYÊ HAT DIRÊJKIRIN

Kanal8 4 DEMJIMÊR BERÊ

Dihat payîn Parlamentoya Tirkiyeyê di 24ê Tîrmehê de bikeve bêhnvedanê lê dema karkirina parlamentoyê heta 31ê Tîrmehê hat dirêjkirin.

Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyara AK Partiyê ya ji bo dîroka xebatê ya parlamentoyê û rojevan qebûl kir. Lijneya Giştî ji bo pêşniyarên di rojevê de bi dawî bike, dema xebatê ya parlamentoyê heta hefteyeke din dirêj kir.

Di rêza yekem a Lijneya Giştî de, Pêşnûmeya Qanûna Guhertina Hin Qanûnan û Fermanên Qanûnan ku rêziknameya zêdekirina malnişîniya herî kêm jî di nav de ye, cih girt. Pêşnûmeya Qanûna Guhertina Qanûna Xwendina Bilind û Hin Qanûnan ku rêziknameyên li ser efûya xwendekaran û xwendina bilind jî di nav de ne, di rêza duyem de cih girt.

Di plansaziya hefteya bê ya parlamentoyê de di 28ê Tîrmehê de pêşnûmeqanûna hevkariya di navbera Tirkiye û Libyayê de heye.

Di 29ê Tîrmehê de Pêşnûmeya Qanûna li ser Pesendkirina Protokola Guhertina Peymana Veguhestina Rê ya Navneteweyî ya ku di 28ê Nîsana 1992an de li Bîşkekê di navbera Tirkiye û Qirgizistanê de, hatiye îmzekirin dê were rojevê.

Di 30 Tîrmehê jî pêşnûmeqanûna li ser pesendkirina peymana deynan a di navbera Tirkiye û Qirgizistanê de dê di rojeva lijneyê de be.

Kanal8

4 DEMJIMÊR BERÊ