EREBÊN HAWIRDE JI VEGERA KOÇBERAN NERAZÎ NE
Piştî ku biryara vegera koçberên Serêkaniyê hate dayîn, erebên hawirde yên ku di avahiyên welatiyên resen ên bajêr de bicîh bûne, xwepêşandan li dar xistin û daketin cade û kolanên Serêkaniyê.
Parêzgarê Hesekê Nuredîn Ehmed, bi armanca gotûbêjkirina mekanîzmayên vegera koçberên Serêkaniyê û di heman demê de ji bo vekirina stasyona Ava Elokê, serdana bajarê Serêkaniyê kir.
Vegera koçberên Serêkaniyê, niha yek ji wan mijran e ku di rojevê de ye. Bi taybet piştî paqijkirina riyên mayînkirî yên derdora bajêr, niha êdî amadekariyên veberê qediyane. Li gorî agahiyan veger dê di destpêka meha pêşiya me, tebaxê de, pêk were.
Di heman demê de, piştî nûjenkirinê, stasyona Ava Elokê, ku dikeve sînorê bajarê Serêkaniyê û dê ava bajarê Til Temir û Hesekê dabîn bike, amade ye ji bo pêdana avê.
Li hemberî van du pêngavên ji bo çareseriya pirsgirkên bi salan yên xelkê navçeyê, erebên hawirde yên bi eslê xwe ji Dêrezor û derdora parêzgeha Hesekê, ku ji sala 2019'an ve di malên welatiyên resen yên bajêr de, bicîh bûne, niha nerazîne ji pêngava vegerê.
Komek ji van erebên hawirde, ku xwe weke "şoreşgêr" binav kirine, li dijî biryarê derketine û xwepêşandan jî lidar xistine.
3 DEMJIMÊR BERÊ