EKMEN: YASA DÊ GAV BI GAV BÊN DERXISTIN
Mehmet Emî Ekmen got, "Pêvajo dê li ser şêwazê merhele bi merhele bipêş bikeve."
Serokê Koma Rêya Nû Mehmet Emîn Ekmen ji KANAL8ê re behsa hevdîtina partiya wan a bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir û derbarê pêvajoyê nirxandin kirin.
Ekmen diyar kir di hevdîtina wan a bi Numak Kurtulmuş re vînek û biryardariyek hat nîşandan lê hîn jî derbarê qanûnê de ti nivîsek negihaye destê wan û got, “Ji ber vê yekê, di vê qonaxê de ne gengaz e ku mirov derbarê kesên ku qanûn dê wan bigire nav xwe de nirxandineke zelal bike.”
Ekmen derbarê dîroka derketina yasayê jî pêşbiniyên xwe ji KANAL8ê re biparvekirin û got, “ Tê fehmkirin ku vîna derbarê derxistina qanûnê ya di nav meha Tîrmehê de, heke negihîje jî di meha Tebaxê de, berdewam dike. Ne tenê Numan Beg, çavkaniyên DEM Partiyê jî diyar dikin ku alî ji bo lihevkirina li ser çarçoveya giştî ya qanûnê pir nêzîk in.”
Ekmen bal kişand li ser pêvajoya derbasbûna pêvajoyê û wiha pê de çû: Tê hêvîkirin ku rêzikname bi demeke diyarkirî sînordar be. Mînak, dibe ku demeke pêkanînê ya şeş mehan were pêşbînîkirin. Di vê pêvajoyê de plan tê kirin ku ji bo hikûmet, parlamento û saziyên têkildar mekanîzmayên cihêreng werin avakirin.
Ekmen da zanîn ku pêvajo dê li ser şêwazê merhele bi merhele bipêş bikeve û anî zimên: Her wiha tê fehmkirin ku li ser modeleke gav bi gav tê rawestandin. Li gorî vê, tê pêşbînîkirin ku di qonaxa yekem de ji bo endamên ku tevlî tu çalakiyan nebûne rêzikname were amade kirin, di qonaxên paşê de jî ji bo kesên di pozîsyona rêveberiyê de ne an jî kesên tevlî çalakiyan bûne dabeşkirineke cûda were sepandin. Plan heye ku ji bo van kesan jî bernameyên rehabîlîtasyon, jinûve entegrasyon û vegerandina nav civakê werin xebitandin.
Mehmet Emîn Ekmen li ser statuya Ocalan jî wiha got, “Nêrîna ku me bi dest xistiye ew e ku rêziknameya derbarê statuya Abdullah Ocalan de, li şûna ku rasterast di metna qanûnê de were nivîsandin, dê di ser trafîka hevdîtinan a ku were meşandin û mekanîzmayên ku werin avakirin re şiklê xwe bigire. Tê fehmkirin ku pêşengî dane amadekirina rêziknameya li ser endamên ku tevlî çalakiyan nebûne û di vê çarçoveyê de plan heye ku metna amadekirî di demeke ne pir dirêj de ji bo partiyên siyasî were pêşkêşkirin.”
Serokê Koma Rêya Nû da zanîn di nav 15 rojên dawî de li Îmraliyê hatinûçûyineke zêde hebûye û got, “Min nêrîneke xurt bi dest xist ku li ser pêşkêşkirina reşnivîsa bingehîn a rêze zagonekê ji parlamentoyê re, ku dê wekî gava yekem a destpêka qonax bi qonax bê qebûlkirin, lihevkirin çêbûye.”
3 DEMJIMÊR BERÊ